“Messî biryara mayîna li Barcelona da”
Lionel Messi ku di destpêka werzê îsal de biryara xwe ya çûna ji Barcelona ragihandibû, ji biryara xwe vekşiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Lionel Messi ku di destpêka werzê îsal de biryara xwe ya çûna ji Barcelona ragihandibû, piştî hilbijartina Joan Laporta wek serokê nû yê wê tîmê, Messi dest ji biryara xwe berda.
Messi biryar daye ku li Barcelona bimîne, li gor peyamnêrê “beIN SPORTS”.
Li gor raporteke rojnamevanê Îtalî Nicolo Schira, Messî girêbesteke nû bi Barşelona re pejirandiye û yarîzanê Argentînî dê girêbesta xwe heta sala 2023 dirêj bike.
Messi roja 25ê Tebaxa 2020an biryara çûna ji Barcelona dabû, lê tîma Barcelona ji ber ku girêbesta wî temam nebûye ew neçar kir bimîne bi taybet ku mercê çûna wî yarîzanî biqasî 700 milyon Euro bû.
Stêrka Argentinî ku girêbesta wê di 30 'ê Hezîranê de bi dawî dibe, dixwaze bi tîma Katalonî re berdewam bike, bi taybet ku dizane serokê tîmê Joan Laporta tîmekê ji bo pêşbaziyê li nasnavê Champion League bike amade dike.