Atletico Madrid bû qehremanê La Liga Ispanyayê
Ji sala 2014'an û vir ve, ev cara yekemîn nasnavê Atletico La Lîga bi dest xist.
Navenda Nûçeyan (K24) – Atletico Madrid piştî ku di gera dawiyê ya La Liga de bi encama 2-1 bi ser Valladolid ket, bû qehremana La Liga ya werza 2020-2021'an.
Valladolid di xuleka 18. de bi rêya Oskar Plano gol tomar kir, piştre jî Atletico rabû û bi rêya Angel Correa Luis Suarez di xulekên 57 û 67'an de 2 golên li ser hev tomar kirin.
Bi vê encamê, Atletico Madrid werzê La Liga ya sala 2020 -2021 di rêza yekem de bi 86 puanan bi dawî kir. Ji sala 2014'an û vir ve, ev cara yekemîn nasnavê Atletico La Lîga bi dest xist û cara 11. di dîroka xwe de.
Di rêza duyemîn û sêyemîn a La Ligayê de jî, tîmên Real Madrid û Barcelona li pişt Atletico Madrid de hatin.