Mesrûr Barzanî: Vekirina projeya bazarkirina genim, gerentiya asayişa xwareka Kurditanê dike
Mesrûr Barzanî: Ev proje dilniyabûnê bide hemû cotkarên Kurdistanê û bi taybetî xelkê parêzgeha Silêmaniyê ku êdî xema wan a bazarkirina berhemên wan namîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23/05/2021ê di merasîmekê de kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran li parêzgeha Silêmaniyê danî û de ragihand, ev proje li gorî pîvanên cîhanî tê berhemanîn dê bi zêdetir ji 122 milyon Dolarî were encamdan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez xwe bi bextewer dizanim ku em li vî cihê dîrokî li vir bi we re amade bûne, da ku kevirê binyadê yê vê projeya stratejîk, ji bo kirîna genimê cotkaran deynin.”
Got jî: “Dirustkirina vê projeyê careke din bi bîra me tîne ku sozên Hikûmeta Herêmê yek bi yek tên cibicîkirin. Ez hêvî dikim ku ev proje dilniyabûnê bide hemû cotyarên Kurdistanê û bi taybetî xelkê xweşewîst ê bajar û parêzgeha Silêmaniyê ku êdî xema wan a bazarkirina berhemên wan namîne. Ev proje dikare ne tenê berhemên wan werbigire û bike xwarek û di xizmeta gelê Kurdistanê de bi kar bê, lê belê di heman demê de gerentiya asayişa xwareka Kurditanê dike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ev projeyên han li hemû parêzgehên Kurdistanê tên cibicîkirin. Ez hêvîdar im ku em bikarin projeyên din ên stratejîk ji bo pêşxistina jêrxaneya aborî di hemû waran de Herêma Kurdistanê cibicî bikin.”
Herwiha got: “Bêguman sektora çandiniyê dikare wek jêderê jêrxaneya aborî li her welatekî bê dîtin, bi geşkirina sektora çandiniyê re, gelek karên din jî dê werin kirin û sektora pîşesazî û bazirganî bi pêş dixe û dê rasterast û nerasterast bi hezaran derfetên kar ji xelkê kurdistanê re peyda dike.”
Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Divê em sûdê ji berhema mezin a ku Xwedê daye me bibînin, divê em hewl bidin welatê xwe li ser lingên xwe raweste, pêdiviya me bi hawerdekirina ti pêdawîstiyeke din nîne, ne tenê em dikarin pêdiviyên navxweyî yên Kurdistanê dabîn bikin, lê em dikarin vê berhemê bikin, da ku em hinardeyî derve jî bikin, ji bo bibe dahteke din û êdî em pişta xwe tenê bi jêdereke dahatê girê nedin.”
Herwiha got: “Ev di bernameya hikûmetê de bû. Me di destpêka avakirina vê kabîneyê de me got ku em dixwazin dahata Kurdistanê berfireh bikin, cihê kêfxweşîyê ye ku em ne tenê li ser diaxivin, lê belê em dibînin ku li hin cihan kar bi dawî hatine yan kêm maye ku bi dawî bibin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Avakirina vê projeyê dest pê kiriye û ez hêvîdar im ku em di demeke nêzîk de berhemên wê bibînin û dê piştî hîngê xelkê Kurdistanê şahidîyê ji me re bikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê kabîneyê de ji her tiştekî din zêdetir hewl dide jêrxaneyeke aboriyê ya xurt li Kurdistanê ava bike.”
Herwiha got: “Em li destkeftên demkurt nagerin, hizra me hizreke stratejîk e ji bo Kurdistan di aliyê aborî de li ser lingên xwe bisekine û ne tenê pêdiviyên xwe dabîn bike, lê belê bibe sebetek ji bo dabînkirina pêdiviyên xwarin û xwarekê li herêmê jî.”
Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de ragihand, “Xaleke din heye dixwazim behsa wê bikim, daxwazek bi riya Wezareta Şaredariyê re gihîştiye me, ji bo dabînkirina budceyekê ji bo birêvebirin û başkirina keskahiya li parka Hewarî Şar, kolana Şêx Mehmûd, kolana Taslûce - Silêmanî ku bi budceya wê zêdetirî 5 milyar û 700 milyon Dînar e. Ez dixwazim li vir ji xelkê Silêmaniyê yê xweşewîst re bibêjim, ku em vê budceyê ji bo xizmetkirina xelkê Silêmanîyê vediqetînin.”