Iraq hin hevkariyan li jinên Êzidî yên ji DAIŞê rizgar bûne belav dike
Hikûmeta Iraqê 2 milyon Dînaran li 1900 jinên Êzidî ên ji destê DAIŞê rizgar bûne belav dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê hevkariyeke darayî ya biqasî 2 milyon Dînaran li 1900 jinên Êzidî ên ji destê DAIŞê rizgar bûne belav dike.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Ebas Cihangîr ragihand, ji ber ku gelek rizgarbûyên destê DAIŞê berê xwe didin derveyî welat, hevkariya darayî ji koma 3500 jinên rizgarbûyî, tenê ji bo 1900 rizgarbûyan dibe ku 2 milyon Dînar e.
Cîhangîr got: “Yên xaniyên wan hilweşiyane û lêçûna wan kêmtirî 30 mîlyonî ye, alîkarî ji wan re tê kirin, lê ji ewên pareyên wan ji wê zêdetir in, daxwazên wan ji Encûmena Wezîran re tên bilindkirin.”
Di dema êrîşa DAIŞê li ser Şingalê di sala 2014an de, hijmareke mezin ji jin û zarokên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Piştî jinavbirina DAIŞê li piraniya deverên Îraq û Sûriyê, hejmarek ji jin û keçên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyan vekir û hîn jî hewl dide ku Êzidiyên mane rizgar bike.