29 endamên HDP û DBPê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi daxwaza dozgeriya Diyarbekirê li 41 xalên cuda yên li navçe û bajarên Tirkiyeyê, li hember endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê operasyon hat li dar xistin.
Serdozgeriya Diyarbekirê ragihandiye ku di der heqê 34 kesan de biiryara desterserkirinê hatiye dayîn û bi mebesta desteserkirina wan kesan jî, li bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li 41 xalan operasyon hatiye li dar xistin.
Di encama wan operasyonan de 29 kes hatine destser kirin ku di nav wan de serokê şaredariya Batamanê yê berê Sabrî Ozdemir û Hevserokê berê yê HDP a Diyarbekirê Cabbar Laygara jî hene. Hatiye ragihandin jî lêpirsîna 29 endam û rêvebirên HDPê di bin çav de didome.