Berdan Ozturk: Li ser dijayetiya Kurdan bi mafyayan re têkilî hatine danîn

Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk bi civîneke çapemeniyê bal kişand ku ji sala 2015an pê de hêzên desthilatê dixwazin tevgera azadiya gelê Kurd tasfiye bikin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk

Diyarbekir (K24) - Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk bi civîneke çapemeniyê bal kişand ku ji sala 2015an pê de hêzên desthilatê dixwazin tevgera azadiya gelê Kurd tasfiye bikin û ji ber wê yekê binçavkirin û tecrîd berdewam in.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk li gel rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk civînek çapemeniyê li dar xist û derbarê rojevê de nirxandin kir.

Berdan Ozturk amaje kir ku ji sala 2015ê ve tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan didome û hêzên desthilatê Ak Partî û MHP dixwazin tevgera azadiya Kurdan bi dawî bikin û div ê çarçoveyê de binçavkirinên hember endamên HDPê û DBPê didomin.

Ozturk di civînê de bal kişand ku têkiliyên qirêj ên desthilatê derketine holê û li ser dijminatiya gelê Kurd bi çete û mafyayan re têkilî hatine danîn.

Fly Erbil Advertisment