Tirkiye.. Hevserok û hejmarek ji endamên Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê hatin binçavkirin

Hevseroka Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê jî di nav de, hejmareke zêde endam û rêveberên vê sendîkayê hatin binçavkirin.

Selma Atabey
Selma Atabey

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê jî di nav de, hejmareke zêde endam û rêveberên vê sendîkayê hatin binçavkirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê, îro serê sibê êriş birin ser gelek malên rêveberên niha û berê yên Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê. Di encamê de Hevseroka Sendîkayê Selma Atabey, Hevseroka Berê Gonul Erdem û berpirsên şaxên Stenbol û Wanê hatin binçavkirin.

Li Enqereyê jî, çar berpirsên berê yên heman sendîkayê hatin binçavkirin.

Ji dozgerî û rêveberiya ewlekariyê heta niha, sedemê operasyonê nehatiye aşkerakirin.