AK Partî projeyasaya lêborînekê bir Parlamentoyê
Parlamenterên AK Partî, projeyasek bi 13 xalan arasteyî Parlamentoya Tirkiyê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – AK Partî, projeyasaya lêborîneke sînordar arasteyê Parlamentoya Tirkiyeyê kir. Di projeyasayê de, sizaya dayikên xwedî zarokên jêr 15 salî, tê paşxistin.
Parlamenterên AK Partî, projeyasek bi 13 xalan, bo sererastkirina rewşa girtî û zîndaniyan, arasteyî Parlamentoya Tirkiyê kir.
Bi sererastkirinê, otombêlên veguhestina girtiyan, binkeyên tendirustiya girtiyan û rewşa girtiyan ji nêz ve tê şopandin. Herwiha rêyên azadkirina girtiyên biyanî tê asankirin.
Di projeyasayê de girîngtirîn xal, azadkirina dayikên xwedî zarokên jêr 15 salî ye ku rewşa wan zarokan gelek caran di rojevê de cîh girtîye.
Li gor daneyên fermî, di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de zedetirî 700 zarokên jêr pênc salî, bi dayikên xwe re di zîndanan de mezin dibin.