Serokwezîr Mesûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 26ê Gulana 2021ê pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 26ê Gulana 2021ê pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinê de ku Kansulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Almanyayê kir ji ber erk û xizmet û hewldanên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Almanya û di erkê wî yê nû de ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Almanyayê tekezî li berdewambûna piştevanî û hevkariyên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî ji bo hêzên Pêşmerge kiriye di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û aktîvkirina navendên hevahengiya ewlehiyê ya hevbeş û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, çend mijarên din ên gotûbêjê bûn.