Serok Barzanî û Elî Babacan rewşa siyasî û dawîn pêşhatên navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Mijdara 2026an, pêşwazî li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) ya Tirkiyeyê Elî Babacan û şandeke pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Barêgeha Barzanî, di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî ya siyasî û dawîn pêşhatên navçeyê hatin kirin.

Her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya pêkanîna aramî û aştiyê li navçeyê kirin û dan zanîn ku zimanê diyalogê, bingeha sereke ya vejîn, geşedan û pêşkeftina navçeyê ye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, bal hate kişandin ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û her du aliyan tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina van pêwendiyan di warên cuda cuda de kirin.