Li Rojavayê Kurdistanê proseya vaksînkirinê dest pê kiriye
Beşek ji welatiyan daxwaza vakîsînê dikin û beşeke din jî ji wergirtina vaksînê metirsîdar in.
Heseke (K24) – Rêveberiya Xweser ji bo yekem car dest bi lêdana vaksîna li dijî Koronayê ya ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) wergirtiye kiriye, lê beşeke ji welatiyên deverê ji wergirtina vaksînê metirsîdar in.
Yekem car e ku Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê ya ku ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) wergirtiye belav dike. Di qonaxa yekem de, tevaya karmendên tendirustiyê dê vaksînê bistînin, ew jî di encama têkiliya wan ya rasterast de bi pêketiyên Korona re ku metirsî li ser jiyana we zêde ye û metirsiya belavbûna nexweşiyê di riya wan re jî heye. Di qonaxa duyem de kesên temenê wan li di ser 65 saliyê re dê vaksînê bistînin.
Rêvebirê Nexweşxaneya Niştîmanî ya Hesekê Faris Hemo ji K24ê re got: “Pêwîstiya me bi kêmanî bi yek milyon derziyên vaksînê heye. Yek milyon vaksîn, têra 500 hezar kesî dike. Vaksîna ji me re hatiye ji cureya AstraZeneca ye, yanê baş e.”
Welatiyên bajarê Hesekê derbarê stendina vaksînê de bûne du beş, beşek ji wan ji şêweyên nexweşiyê piştî stendina vaksînê ditirsin, berûvajî vê nerînê jî, beşê din dibêjin, eger derfet bi dest wan bikeve dê vaksînê bistînin û ji metirsiya Koronayê xilas bibin.
Bangên Rêveberiya Xweser ji WHO re ji bo wergirtina vaksîna li dijî Koronayê, bi mehan piştguh mabûn û ji derdora 15 rojan ve 17 hezar derziyên vaksînê radestî wan bûne, lê ev hejmar pêwîstiyên deverê pêk nayînin.