Dayikek 18 mehan li benda kurê xwe bû, nûçeya şehîdkirina wî gihîştiyê

Dayikek piştî 18 mehan ji revandina kurê wê, nûçeya şehîdkirina wî ji aliyê DAIŞê ve gihîştiyê.

Germiyan (K24) – Berî heşdeh mehan çekdarên DAIŞê du welatiyên kurd ji gundê Narên ê li sînorê Qeretepe revandibûn, yek ji wan bi pereyan hat azadkirin û yê din jî ku endamekî Polîs bû, DAIŞê pêr 29ê Gulanê vîdyoya şehîdkirina wî belav kir, ev jî bû sedema têkçûna derûniya diya wî.

Celal Baban ku kamendê Polîs bû, bi pismamekî xwe re çûbû nav zeviyê wî, lê ew her du ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Pismamê wî bi pereyan hat azadkirin, lê DAIŞê Celal berneda, ji wê demê ve jî diya wî li benda kurê xwe bû, lê pêr DAIŞê vîdyoya şehîdkirina wî belav kir.

Ziyad Mihemed ku pismamê Celal e ji K24ê re got: “Berî sal û nîvekê, Celal û pismamekî me yê din dema li gund zeviyê xwe dajotin, çekdarên DAIŞê ew her du revandin.”

Celal zewiciye û 4 birayên wî hene ku du ji wan jî xwedî pêwîstiyên taybet in. Piştî şehîdbûna wî jî, derûniya diya wî têk çûye û êşeke mezin xistiye dilê kesûkarê xwe.

Diya Celal, Rehna Mistefa dibêje: Halê me pir xirap e. Ez li benda hatina kurê xwe bûm, lê niha ew şehîd kirin û cenazeya wî jî nehatiye.”

Di dema borî de çendîn caran fermandarên Pêşmerge û aliyên îdarî yên navçeya Germiyanê daxwaz ji welatiyan kirin ku bi ti awayekî bi şevê neçin navçeyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber ku tevgera DAIŞê û grûpên din heye û karê revandin û teroristî dikin û ti gerentî li ser selametiya welatiyan û bi taybet kurdan nîne.