Konsulê Erebistana Siûdî li Hewlêrê bi fermî dest bi kar kir
Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; Mihemed Silêman El Esîrî weke Konsulê Giştî yê nû yê Erebistana Siûdî li Hewlêrê bi fermî dest bi kar kir.
Hewlêr (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; Mihemed Silêman El Esîrî weke Konsulê Giştî yê nû yê Erebistana Siûdî li Hewlêrê bi fermî dest bi kar kir.
Di daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye eşkerekirin ku îro sêşemê 1ê Hezîrana 2021ê ji aliyê Berpirsê Fermangehê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî li Mihemed Silêman El Esîrî hat kirin û îro weke Konsulê nû yê Siûdiyê yê li Hewlêrê dest bi karê xwe kir.
Daxuyaniyê destnîşan kiriye ku di hevdîtina Sefîn Dizeyî û Mihemed Silêman El Esîrî de amaje bi pêwendiya dîrokî ya navbera Riyad û Hewlêrê hatiye kirin û daxwaz kirine ku ev pêwendî bihêztir û berdewam bibe.
Li ser vê mijarê Sefîn Dizeyî di hevdîtinê de diyar kiriye; fermangeha me hemû amadekariyan ji bo serxistina karûbarên konsulgerî yê Erebistana Siûdî li Herêma Kurdistanê dike û di hevdîtinê de kurteyek li ser nêrînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji amadebûyan re behs kir.
Ji bilî konsulgeriya giştî ya Erebistanê, 40 welatên din jî konsulgeriya xwe li Herêma Kurdistanê vekirine, ji ber girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê jî, bi awayekî berdewam welatên din daxwaza vekirina konsulxaneya xwe dikin.