Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê tê avakirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku di zûtirîn dem de avakirina Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê bê temamkirin.
Duhok (K24) – Piştî ku ji ber qeyrana aborî 8 salan projeya avakirina Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê hatibû rawestandin, dest bi karên temamkirina wê dibe.
Parêzgeha Duhokê Elî Teter ji K24ê re ragihand, ji bo di demeke nêzîk de avakirina Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê temam bibe, wan hevdîtin bi çend kompanyayên biyanî re kirine.
Avakirina Firokexana Navdewletî ya Duhok welatîyên parêzgehê dilxweş kirine û ew dibêjin ku ev pêngaveka baş e û hêvî dikin di demeke nêzîk de ew projeyê bê bidawîkirin.
Li gorî aborînasan, eger Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê bi dawî bibe, ji bo parêzgehê û Herêma Kurdistanê dibe pêngaveke baş a aboriyê, ji ber ku dê geşepêdana aborî li Herêmê zêde bike û dahata zêde ji bo xelkê peyda bike.
Di sala 2013an de bi 443 milyon Dolar dest bi avakirina projeya Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê hate kirin û ji bo temamkirina projeyê 900 roj hate destnîşankirin, lê ji ber krîza aborî ya ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bûye, ev proje rawestiyaye û tenê ji sedî 10 ê projeyê bi dawî bûye.
Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî pêkanîna çendîn projeyên stratejîk li Herêmê, biryar da ku di zûtirîn dem de avakirina Firokxaneya Navdewletî ya Duhokê bê temamkirin.