Kefa li ser Marmarayê jiyana giyanewerên dixe metirsiyê

Pispor balê dikişinin ser vê metirsiyê û amaje dikin, heger bi vî awayî berdewam bike di rojên bê de hîç giyanewerek dê di deryaya Marmarayê de nemîne.

Stenbol (K24) – Metirsiya Mûsîlajê anku kefa li ser deryaya Marmarayê roj bi roj karîgeriya xwe zêde dike. Pispor jî berdewam balê dikişinin ser vê metirsiyê û amaje dikin, heger bi vî awayî berdewam bike di rojên bê de hîç giyanewerek dê di deryaya Marmarayê de nemîne. Li aliyê din dîmenên qirêj û metirsîdar ji aliyê çapemeniya cîhanê ve jî bi baldarî tê şopandin.

Musîlaj anku kefa spî ya ku ji meha Rêbendanê ve deryaya Marmarayê pêçayî, roj bi roj li bajarên li kêleka deryayê yên wekî Stenbol, Balikesîr, tekîrdag û Bursayê karîgeriya xwe zêdetir dike. Kefa ku ser deryayê pêkhatî hem ji bo jiyana giyanewerên deryayê de metirsiyeke mezin ligel xwe tîne hem jî wekî dîtbarî dîmenên qirêj li ser deryayê çêdike. Pispor dibêjin; taybet bermayîyên kimyewî yên kargehên mezin, dermanên cotkarî û gilêşa welatiyan dibe sedem ku ev kefê çêbibe. Herwiha tê pêşbînîkirin di rojên bê de ev kef hê zêdetir bibe. Welatî jî ji dîmenên kefê aciziya xwe îfade dikin û dibêjin; ev dîmen dê karîgeriyên xirab li ser kerta geştûgûzarî jî bike ji loma divê dewlet di zûtirîn dem de bo çareseriyê gavên pêwîst bavêje.

Masîgirekî ji K24ê re got: “Bi rastî jî dîmeneke gelekî metirsîdar e. Min di raboriyê de deryaya Marmarayê hîç bi vî awayî nedîtibû. Herwiha hêdî hêdî bîhneke genî jî destpêkiriye. Ez dibêm ji ber ku em deryayê qirêj dikin ji loma ev çêbû. Mixabin welatiyên me di vî warî de hîç ne hestiyar in. Ligel ku bi caran hat paqijkirin lê dîsa jî ev dîmen derketin holê. Êdî ne pêkane em li peravan hîç masiyekê bibînin.”

Pispor jî diyar dikin bi van dîmenên dawî êdî diyar bûye ku hemû gilêş û qirêjiya bajarên li kêleka deryayê li Marmarayê tên e vala kirin ji loma êdî ne pêkane peravên bi alayên şîn tên e destnîşankirin li van bajarên li kêleka deryaya Marmarayê bên e dîtin. Masîgir Bariş Koksalan jî amaje dike êdî ji ber qirêjiya li Marmarayê masî di Marmarayê de neman e ji loma masîgir bo masîgirtinê qesta deryaya Egeyê dikin.

Masîgir Bariş Koksalan dibêje: “Li Tirkiyê ji 12 hezar masîgirên biçûk 5 hezar jê li deryaya Marmarayê derdiketin masîgirtinç. Lê niha ji ber ku êdî di Deryaya Marmarayê de ji ber vê musîlajê masî neman ev masîgir jî hemû qesta Deryaya Egeyê dikin. Anku li Marmarayê masîgirî êdî bi dawî bû. Lê gûman ew e ku ji ber qirêjiyê li deryayên din jî heman kêşe rû bide.”

Ligel Tirkiyê rewşa Deryaya Marmarayê ev çend roj e di rojeva çapemeniya cîhanê de jî bi girîngî tê nirxandin û gelek saziyên navnetewî jî vê bûyerê wekî bobelata jîngehê bo xwîner û bînerên xwe radigihînin.