Lijneya Karûbarên Pêşmerge: Bila PKK û Tirkiye şerê xwe bibin nav axa xwe
Li ser êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Amêdiyê, Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ji PKK û Tirkiyê daxwaz kir ku şerê xwe bibin nav axa Tirkiyê.
Hewlêr (K24) – Li ser êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Amêdiyê, Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ji PKK û Tirkiyê daxwaz kir ku şerê xwe bibin nav axa Tirkiyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em weke Lijneya Karûbarên Pêşmerge, vê êrîşê şermezar dikin û sersaxî li malbatên serbilind ên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin. Çendîn sal in PKK bi hinceta şerê ligel dewleta Tirkiyê, bûye metirsî li ser Herêma Kurdistanê û çendîn car zarokên vê Herêmê şehîd kirine, li aliyê din bûne sedema valabûn û wêranbûna bi sedan gundên sînorê Herêma Kurdistanê.”
Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê eşkere kiriye: “em careke din ji wan daxwaz dikin ku şerê xwe bibin nav axa Tirkiyê û nebin sedema metirsiyê li ser destkeft û serweriyên Herêma Kurdistanê û divê rêz li sînirê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê û bila xwîna Kurdan bi destê Kurdan nerijîne, loma em dixwazin kêşeya Tirkiye û PKKê bi aştî were çareserkirin, di egera çaresernebûnê de li nav axa Tirkiyê ev kêşe were yekalîkirin.”
Daxuyaniya Lijneya Karûbarên Pêşmerge wiha ye:
Mixabin vê sibê roja şemiyê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmergeyê Zêrevanî li Çiyayê Metîna kete kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Vê sibê 9 Pêşmerge ku ji hobeya endazeyê bûne û karê xwe hilgirtine ku pûçkirina bombeyan bûye, di dema encamdana erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, êrîşî wesayîta wan hatiye kirin dema dixwestin ber wan binkeyan biçin ku berî çar mehan li wê navçeyê hatibûn danîn, lê belê mixabin ketine kemîneke PKKê û pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.
Em weke Lijneya Karûbarên Pêşmerge, vê êrîşê şermezar dikin û sersaxî li malbatên serbilind ên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.
Çendîn sal in PKK bi hinceta şerê ligel dewleta Tirkiyê, bûye metirsî li ser Herêma Kurdistanê û çendîn car zarokên vê Herêmê şehîd kirine, li aliyê din bûne sedema valabûn û wêranbûna bi sedan gundên sînorê Herêma Kurdistanê.
Loma em careke din ji wan daxwaz dikin ku şerê xwe bibin nav axa Tirkiyê û nebin sedema metirsiyê li ser destkeft û serweriyên Herêma Kurdistanê û divê rêz li sînirê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê û bila xwîna Kurdan bi destê Kurdan nerijîne, loma em dixwazin kêşeya Tirkiye û PKKê bi aştî were çareserkirin, di egera çaresernebûnê de li nav axa Tirkiyê ev kêşe were yekalîkirin.
Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê
5ê Hezîrana 2021ê