Li Silêmaniyê erd hejiya
Li bajarê Silêmaniyê îro danê sibê erd hejiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê îro danê sibê erd hejiya.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro danê sibê li bajarê Silêmaniyê derdora wê erd hejiya û xelkê hest pê kir.
Rêveberê Keşnasî û Erdhejê li Silêmaniyê Aso Kemal ji K24ê re ragihand, îro danê sibê bi tundiya 5.2 pile bi pîvera Richterê û bi kûrahiya 9 kîlometroyan li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da û li Herêma Kurdistanê hest pê hate kirin.