Êrîş li baregeha leşkerî ya Eyn Esed hate kirin
Bi du firokeyên bêfirokvan êrîş li baregeha leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi du firokeyên bêfirokvan êrîş li baregeha leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate kirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro danê sibê bi du firokeyên bêfirokvan êrîş li baregeha Eyn Esed hate kirin û sîstema berevaniya mûşekî, ew êrîş pûç kir.
Baregeha Eyn Esed a asmanî, duyem mezintirîn baregeha leşkerî ya asmanî li Iraqê ye û li parêzgeha Enbarê dikeve.
Ev êrîşa li ser baregeha Eyn Esed di demekê de ye, derengê şeva borî bi mûşekekê êrîş li Navenda Piştevaniya Dîplomasî li Bexdayê hate kirin û li gor zanayriyan, ti ziyanên canî nebûn.