Patatên deşta Berdereş

Li deşta Berdereş a li parêzgeha Duhokê, ji ber taybetmendiya axa wê, her sal bi sedan donim patat diçinin.

Hewlêr (K24) – Li deşta Berdereş a li parêzgeha Duhokê, ji ber taybetmendiya axa wê, her sal bi sedan donim patat diçinin û di sala 2017an de cara ewil 600 ton patat hinardeyî Rûsyayê hat kirin û salên borî jî çendîn ton bo Erebistana Siûdî hatin şandin. Herwiha kargehek ji bo cîpsa patatan li Hewlêrê hatiye vekirin, ku pişta xwe bi berhemên xwemalî yên cotkarên Kurdistanê ve girêdaye.