Welatiyên Qamişlo gazinan ji têkçûna riyên bajêr dikin

Rê û kolanên bajarê Qamişlo roj bi roj xirabtir dibin û welatiyên deverê jî gazindan dikin û dibêjin ku ev rê ziyanan digihînin otomobîlên wan.

Qamişlo (K24) – Rê û kolanên bajarê Qamişlo roj bi roj xirabtir dibin û welatiyên deverê jî gazindan dikin û dibêjin ku ev rê ziyanan digihînin otomobîlên wan û pirojeyên qîrkirinê riyan yên Havîna 2021ê jî ta niha dest pê nekiriye.

Gelek riyên bajarê Qamişlo têk çûne, qîra wan şikestî ne û av jî tê de kom dibin, welatî û ajokarên bajêr jî gazinan ji van riyên xirap dikin û daxwaza qîrkirin û nûjenkirina riyan dikin.

Her werza Havînê dest pê dike, welatî ajokarên bajêr li benda destpêkirina projeyên qîrkirina riyan dimînin, bi taybet ku xirapbûna riyan dibe sedema têkçûna otomobîlên wan û çakkirina otomobîlan jî barekî giran dide ser milê wan.

Di 1ê meha Hizêranê de, Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Rêveberiya Xweser ragihand, di encama civînên xwe de, biryara destpêkirina projeya qîrkirinê standine û pêwîst e di heman mehê de dest bi kar bikin.