Kesên di pandemiyê de qelew bûne, berê xwe didin pisporên parêzê

Ji ber ku di serdema pandemiyê de bi piranî bang li welatiyan dihat kirin ku di malê de bimînin, vê yekê rê li ber qelewbûnê vekir.

Diyarbekir (K24) - Ji ber ku di serdema pandemiyê de bi piranî bang li welatiyan dihat kirin ku di malê de bimînin, vê yekê rê li ber qelewbûnê vekir. Ev yek bi xwe re metirsiya zêdebûna obezîteyê jî tîne ku bi vê yekê ve girêdayî jî eleqeya bo pisporên parêzê %50 zêdetir bûye.

Ji destpêka pandemiyê ve ji bo pêşîlêgirtina belavbûnê bang li civakê tê kirin ku di malê de bimînin û heta li tevahiya cîhanê qedexeyên derketina derve hatin ragihandin. Vê yekê kir ku mirov di malê de bê tevger bimînin û giraniyê bidin xwarinê. Heta pispor balê dikşînin ku mayîna di malê de dibe sedema bêhntengî û stresê û stres jî rê li ber xwarina zêde vedike.

Pispora Parêzê Merve Açar dide zanîn ku bi taybetî piştî qedexeya dawî elqeya bo pisporan gelekî zêde bûye û hişyariyê dide ku divê pergala xwarinê bi rêk û pêk be, ango xwarina zêde jî ne baş e, ya kêm jî ne baş e.

Merve Açar ji K24ê re diyar kir: “Piştî qedexeya mezin a dawî eleqeyeke zêde bo pisporên parêzê çêbû. Bi taybetî eleqeya bo me li gorî beriya qedexeyê %50 zêdetir bû. Pirraniya kesên ku tên jî ji ber kîloyên zêde tên. Qelewbûn ango obezîte rê li ber peydabûna nexweşiyên wek tansiyon, diyabet û dil vedike û kolestrolê bilind dike. Ji ber vê yekê jî em bernameyek rêkûpêk a xwarinê bo wan amade dikin da ku kîloyên xwe yên zêde bidin.”

Li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) di cîhanê de 2 milyar kesên qelew ango obez hene û li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê kêm zêde 20 milyon obez hene ku piştî pandemiyê ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Hasan Akçay jî yek ji wan kesan e ku serdema pandemiyê de ji ber xwarina zêde û bêseruber kîlo standiye û niha hewil dide kîloyên xwe yên zêde bide.

Hasan Akçay diyar kir: “Nexweşiya tansiyonê li min peyda bû. Ez çûm cem bijîşk. Bijîşk ji min re got divê tu hay ji xwarin û vexwarina xwe hebî û biçî pisporek parêzê. Min dema qedexeyê de cîger, hûr û rûvî, serûpê û gelek xwarinên din ên giran xwarin. Ez di malê de bêtevger jî mam û min gelek kîlo stand. Kîloya min bibû 100. Ev 2 hefte ne ez têm cem pispora parêzê.”

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî dibêje her sal li cîhanê 3 milyon kes ji ber nexweşiyên girêdayî obezîteyê peyda bune jiyana xwe ji dest didin. Yek ji xetereyên obezîteyê jî ew e ku hember vîrusa koronayê jî hêza laşen mirovan  kêm dike. Li gorî lêkolînan derketiye holê obezîte rêjeya hilberîna antîkorê %50 dadixîne.