Bedrî hûrgiliyên plana bêçekkirinê, Şingalê û vekişîna Tirkiyeyê ji Başîkê eşkere dike

Basim Bedrî
Basim Bedrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê hûrgiliyên plan û pêngavên hikûmeta Îraqê bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de, çareseriya pirsa Şingalê û vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji leşkergeha Başîkê eşkere kirin.

Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê Basim Bedrî di paneleke taybet de di çarçoveya Konferansa “Chatham House”ê de li Londonê got: "Li ser kontrolkirina çekan û qorixkirina biryara şer û aştiyê di destê hikûmetê de, desthilata federal xwedî dîmeneke zelal e û ew mijar bi pêngavên hûr tê birêvebirin. Wextê berê yê bicihanîna planê jî ku 30ê Îlonê bû, bi sedema ku ne rastîn bû ji bo 30ê Hezîrana 2027ê hat dirêjkirin."

Basim Bedrî amaje bi wê yekê jî da ku di derheqa yekdengiya siyasî de, danûstandinêb pêdivî ligel serkirdeyan hatine kirin û rengekê hevfêmkirinê heye. Qonaxa yekê ya bicihanînê ji çêkirina baweriyê di navbera aliyên peywendîdar de û danûstandinên ligel wan aliyên ku nîgeraniya qanûnî an siyasî heye pêk tê, bêyî ku rê bide ti aliyekî bi rengekê nerewa astengiyan çê bike.

Navbirî herwisa got ku qonaxa duyê ya planê tenê nehiştina derketinên çekdarî nîne, belkî hilweşandina wan bingeh û jêrxaneyan e yên ku çekan berhem tînin. Ev yek bi hilweşandina aborî dest pê dike û paşê rêkarên ewlehî û hewalgirî vedigire, heta di qonaxa sêyê de prose bi îradeyeke siyasî ya yekalîker ji aliyê hikûmetê ve piştgiriya wê bê kirin.

Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê diyar jî kir ku têkildarî hebûna hêzên Tirkiyeyê, ku li zêdetirî 200 xal û pêgehên leşkerî li Îraqê tevî bingeha serekî ya Başîkê jî di kûrahiya 50 kîlometreyên axa Îraqê de cîgir in, plana çareseriya Şingalê bi hevahengiya temam ligel Enqereyê tê birêvebirin, ku di 23ê Îlonê de li Nû Yorkê lihevkirin li ser hatibû kirin.

Navbirî herwisa got: "Herwisa lijneyeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya min bi xwe bo serperiştiya vê planê hatiye pêkanîn. Naveroka lihevkirina lijneyê jî ji tevlîkirina çekdarên xwecihî yên YBŞê di dezgehên fermî yên dewletê de, avedankirina Şingalê û hilbijartina rêveberiyeke xwecihî pêk tê, ku li beranberî wê yekê jî Tirkiye dest bi vekişîna qonax bi qonax ji leşkergeha Başîkê dike."

Basim Bedrî ron jî kir ku ji 4,165 çekdarên tomarkirî, di qonaxa yekê de biryar li ser tevlîkirina 2,500 çekdaran hat dan. Piştî serdanekê bo Stenbolê jî, aliyê Tirkî pabendbûna xwe bo destpêkirina vekişînê ji Başîkê di vê mehê de nîşan da, herwisa 31ê Berçileya îsal wekî dema dawiyê bo çareseriya tam a dosyeya Şingalê hat diyarkirin.

Navbirî herwisa ragihand ku di derheqa peywendiyên derve de, ti aliyekî navdewletî daxwaz ji Îraqê nekiriye ku peywendiyên xwe ligel Îranê bibire, belkî daxwaz hatiye kirin ku peywendî hevseng bin, rêz li serweriya Îraqê bigirin û ber bi temamkariya aborî ve pêngavan biavêjin, di demekê de ku her rêkxistineke ewlehiyê ya paralel ligel dewletê bi temamî hatiye redkirin.

Basim Bedrî herwisa got ku qeyranên borî nîşan da ku hevalbendiyên teqlîdî li ser bingeha ewlehiyê lawaz in, lewra pêdivî ye dever girîngiyeke zêdetir bide pêşxistina aborî. Pareke din a planê jî çavdêrî û hûrbîniya darayî bo wan koman vedigire yên ku di bin perdeya Heşda Şeibî de kar dikin, ev jî li gorî zanyarên hewalgirî yên hûr tê bicihanîn.

Navbirî da xuyakirin jî ku xwezaya xeteriyên meydanî bo êrîşên dronî û mûşekî yên dûravêj guhetiye, ku Herêma Kurdistanê jî vegirtiye. Di derheqa çavkaniya dronan de jî, tekez jî kir ku divê pişt bi zanyarên fermî û hewalgirî yên piştrastkirî bê girêdan ne ku gotinên medyayî, di demekê de ku lêkolîn ji aliyê lijneyên pispor ve berdewam in.

Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê herwisa got ku divê tevahiya koman di bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bin û çekdarên serbixwe nemînin. Di derheqa devera Cerf Sexrê de jî, piştî temambûna qonaxa yekê ya komkirina çekan, di qonaxên bê de tevahiya wan deveran bi yekcarî dikevin bin kontrola artêşa Îraqê.