Li Diyarbekirê konsert û bernameyên muzîka dîsa dest pê kirin

Piştî ku bergiriyên vîrûsa Koronayê hatin sistkirin, li Diyarbekirê piştî demeke dirêj ji nû ve bername hatin li darxistin.

Diyarbekir (K24) – Piştî ku bergiriyên vîrûsa Koronayê hatin sistkirin û qedexeyên li ser konsert û bernameyên muzîkê hatin rakirin, li Diyarbekirê piştî demeke dirêj ji nû ve bername hatin li darxistin. Muzîkjenan û welatiyan jî bi keyfxweşî pêşwaziya vê rewşê kirin.

Ji ber ku di çarçoveya bergiriyên vîrûsa Koronayê de hatibûn qedexekirin demeke dirêj bû ku konsert û bernameyên muzîkê nedihatin li darxistin. Muzîkjen û welatiyên muzîkhez jî bêriya dike stranan kiribûn. Bi sistbûna bergiriyan jî li Diyarbekirê jî şahiyên muzîkê ji nû ve dest pê kirin. Muzîkjen û muzîkhezan jî bi keyfxweşî pêşwaziya vê yekê kirin. Muzîkjen Hozan Beşîr jî ku demeke dirêj bu ji dikê û ji heskiriyên xwe dûr ketibu amaje dike ku di serdema qedexeya konsert û bernameyan de muzîkjenan zehmetiyên gelek giran kêşandin û da zanîn ku ew gelek keyfxweş e piştî demek dirêj tevlî coş û kelecana muzîkê ya ser dike buye.

Hunermend Hozan Beşîr ji K24ê re got: “Muzîkjenên me jî di vê demê de tengasî kêşandin, hinek ji wan berdêla wê bi canê xwe dan, yanî xwe kuştin. Ez hêvîdar im bi awayekî tiştên nerm çêbin û şahiyên me zêdetir bibin, bi geş be, bi coş be û xweş derbas bibe. Ez hêvî dikim.”

Li Diyarbekirê welatiyên ku bêriya şahiyê, stran û govendê kiribun jî berê xwe dan navendên şahiyê guhdariya stranan kirin û govend gerandin. Welatiyan amaje kirin ji ber ku demeke dirêj ji şahiyên wisa dur ketibûn ev yek bûbû sedem ku stres û bêhntengî ji wan re çêbe û hêvî kirin ku careke din ji konsert û şahiyan dûr nekevin.

Her çiqas bergirî hatibin sistkirin jî ji 22.00ê şeve pê de qedexeya derketina derve dest pê dike û qedexe bo roja yekşemê ku roja betlaneyê ye berdewam e. Ji ber vê yekê şahiyên ku têne li darxistin beriya demjimêr 22.00ê bi dawî dibin, tê pêşbînîkirin ku ji 1ê Tîrmehê pê de bergiriyên mayîn jî an werin rakirin an jî werin sistkirin ku welatî û xwediyên navendên şahiyan çaverêyî vê biryarê ne.