Rêjîma Sûriyê Rojavayê Kurdistanê xistiye dorpêçeke aborî
Rêjîma Sûriyê ji 20 Adara borî ve, deriyên bi herêmên Rojavayê Kurdistanê re girtine.
Qamişlo (K24) – Girtina deriyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û deverên li jêr desthilata rêjîma Sûriyê de, ziyanên mezin gihandina deverê. Gelek kelûpelên rojane li bazaran nema têne peydakirin.
Ji 20 meha Adara borî ve, rêjîma Sûriyê bêyî ku ti daxuyaniyeke fermî bide, deriyên bi herêmên Rojavayê Kurdistanê re girtin. Bi girtina wan deriyan re, rewşa aborî xiraptir kiriye û nirxê kelûpelên rojane bilind dibin.
Kelûpelên xwarinê yên sereke, herwiha, derman û pêdiviyên pîşesaziyê, bi rêka wan deriyên sînorî re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn, lê niha bazirgan neçar in ku ji derveyî Rojavayê Kurdistanê van kelûpelan li gor bihayê Dolar, derbasî deverê bikin, ev yek jî rewşa aborî ya xelkê deverê zehmetir dike.
Deriyê Ebû Kehif û sê deriyên din li bajarê Tebqa, Rojavayê Kurdistanê bi deverên li jêr desthilata rêjîma Sûriyê ve girê dide, tevgera bazirganî li wan deriyan rawestiya ye û bi tenê bo rewşên mirovî têne bikaranîn.