Gencekî Senegalî fêrî stranên Kurdî dibe

Mistefa Jara ku ji malbatek Senegalî ye fêrî stranên Kurdî bûye û dibêje: muzîka Kurdî efsûnî ye.

Diyarbekir (K24) – Ji gelek neteweyên cuda heskiriyên stranên Kurdî hewl didin ku stranên Kurdî ji ber bikin ku Mistefa Jarayê Parîsî jî yek ji van kesan e. Mistefa Jara niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê digere û xwestiye Kurdan û çanda wan ji nêz ve binase.

Muzîka Kurdî û çanda dengbêjiyê ya qedîm bala gelek neteweyan dikêşe û heta daxwaza fêrbûna stranên kurdî her ku diçe berfireh dibe. Mînakek rengîn a vê rewşê jî Mistefa Jara ye ku li Parîsê dijî û eslê xwe ji Senegalê ye fêrî stranên Kurdî dibe. Mistefa Jara di sala 1983ê de li Parîs a Fransayê hatiye dinê û malbata wî jî ji Senegalê koçî Fransayê kiriye. Jara di sala 2003an de cara yekem guhdarî stranek kurdî dike û ji wê rojê ve eleqe û mereqa wî bo stranên Kurdî çêdibe û heta hewl dide ku stranên dengbêjiyê jî ji ber bike. Mistefa Jara ji 50yî zêdetir stranên Kurdî ji ber kirine û dibêje newayên muzîka Kurdî bandoreke mezin li wî kiriye ku bo muzîka Kurdî dibêje muzîkeke efsûnî û bibandor e.

Heskiriyê muzîka Kurdî Mistefa Jara ji K24ê re got: “Ez rojekê li Parîsê ber ji ber kargehek a ku albumên muzîkê difiroşt re derbas bûm. Wê demê dengê strana bi navê “Sevê” ya Hozan Diyar ji wê kargehê dihat. Stranê bandorek mezin li min kir Ez derbasî hundir bûm û min pirsî ku ev çi stran e û bi çi zimanî ye?  Ji min re gotin ev stran Kurdî ye û Hozan Diyar dibêje. Heta wê demê jî min navê Kurdan nebihîstibu. Paşê êdî muzîk û stranên Kurdî bûn parçeyek ji jiyana min.”

Mistefa Jara yê ku 18 sal in muzîk û çanda kurdan jê re bûye mereq dibêje piştî ku ew ket nava cîhana muzîk û çanda kurdan wî biryar daye ku rojekê çand û jiyana kurdan ji nêz ve bibîne. Bo vê yekê jî derketiye geştê û serdana bajarên wek Diyarbekir, Rûha, Mêrdîn û Şirnexê kiriye. Jara dibêje ew gelek keyfxweş e ku çanda Kurdan ji nêz ve nas kiriye û dîtiye ku dîrokek û çandek dewlemend a Kurdan heye.

Mistefa Jara dibêje: “Min ji xwe re digot divê rojekê teqez ez biçim bajarên Kurdan û li wan bajaran bigerim. Ev salek bû ku min biryar dabû. Ev 5 roj in ez hatime û digerim. Çandek rengîn û dewlemend e, Kurd mirovşirîn in, dilgerm in, xwarinên wan gelek xweş in. Bi teybetî dîmenê dîrokî yê Mêrdînê gelek bedew e. Ez gelek keyfxweş im ku li vê derê me.”

Mistefa Jara piştî ku bi dehan stranên kurdî ji ber kiriye, çanda kurdan nasî ye û li şûnwarên dîrokî yên kurdan geriyaye niha armanca wî ya di dorê de ew e ku kurdiya xwe pêş bixe û albumek bi kurdî derxe ku gotinên stranan jî ji aliyê wî ve hatibin nivîsîn.