Karsazekî Êlihî çîrokeke balkêş a serkeftinê tomar kiriye
Karsazekî Êlihî fabrîkeya qeşaşîrê kiriye û derfetên kar ji 500 welatiyan re peyda kiriye.
Diyarbekir (K24) – Li Êlihê karsazekî bi firoşkariya sewze û fêkiyan ya li kuçe û kolanan dest bi kar kiribu niha kariye kare xwe mezin bike û bibe xwedî fabrîke ku di fabrîkeya wî de jî niha 500 welatiyan derfeta kar ji xwe re dîtine.
Li bajarê Êlihê çîrokek a serkeftinê ya welatiyekî bi navê Yahya Ozer bala raya giştî dikêşe. Yahya Ozerî di sala 1992an de li kuçe û kolanên Êlihê dest bi firotina sewze û fêkiyan kiriye. Piştî vî karî jî dest bi firotina qeşaşîrê dike û ji xwe re dikanek biçûk vedike. Ji ber ku Êlih bajarek germ e eleqeya bo qeşaşîrê baş e û kare wî baş dimeşe. Di sala 2004an de derfeta wî çêdibe ku kare xwe pêştir bixe û di Herêma Pîşesazî Ya Êlihê de li ser fabrîkeyek a qeşaşîrê vedike ku sudê dide îstîhdama Êlihê jî.
Karsaz Yahya Ozer ji K24ê re got: “Di nava fabrîkeyê de 150 xebatkar dixebitin. Li derve jî girêdayî fabrîkeyê 350 xebatkar dixebitin. Em dixwazin fabrîkeya xwe mezintir bikin da ku hijmara xebatkarên xwe bikin 1000 xebatkar.”
Yahya Ozer ji ber ku demeke dirêj zehmetiyên jiyanê kêşa ye û girîngiya peydakirina kar jî dizane di vê mijarê de xwe berpirsiyariyek girtiye ser mile xwe ku bo welatiyên xwe jî kar dabîn bike. Karkerên ku di fabrîkeya qeşaşîr de kar dikin jî dibêjin ew keyfxweş in ku derfeta kar bo wan çêbûye.
Li fabrîkeya qeşaşîrê hilberîn jî her ku diçe zêdetir dibe û roja 50 ton, mehane 1300 ton û salane jî 10 hezar ton qeşaşîr hildiberîne ku 15 cure qeşaşîr tê çêkirin. Qeşaşîra ku tê hilberîn hem bo Rojavayê Tirkiyê hem jî bo Başurê Kurdistanê jî tê rêkirin.