Dadgehê biryara zamê ya Şaredariya Diyarbekirê betal kir
Dadgeha Rêveberiyê ya Diyarbekirê ya Yekem, derbarê biryareke zamê ya avê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatibû dayîn biryara betlakirinê da.

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Rêveberiyê ya Diyarbekirê ya Yekem, derbarê biryareke zamê ya avê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatibû dayîn biryara betlakirinê da. Dadgehê amaje kir ku biryara zamê li dijî wekheviyê ye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê biryar dabû ku bo avê %30 û %330 zamê bike. Ev biryar rastî bertekên tund hatibû, derbarê biryarê de jî pêvajoya hiqûqî jî hatibû destpêkirin.
Di encamê de jî Dadgeha Rêveberiyê ya Diyarbekirê bi sedema ku li dijî wekheviyê ye biryara zamê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin betal kir.
Biryara zamê di sala 2020an de hatibû wergirtin û piştî biryarê jî Komîsyona Hiqûqa Hawir û Bajêr a Baroya Diyarbekirê serî li darazê dabû ji bo ku biryar were betalkirin.
Di biryara dadgehê de tê amajekirin ku rêya îtîraza biryarê vekiriye ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir dikare bo îtîrazê serî li Dadgeha Îstînafê bide.
Lê hîn jî nayê zanîn ku gelo dê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir serî li dadgehê bide an na.