Li Wanê erdhej qewimî

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi hêza 3.5 erdhej qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê erdhej qewimî.

Li gor agahiyên ku Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a Tirkiyê belav kirine; li navçeya Tuşba ya Wanê bi hêza 3.5 erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdheja li Wanê 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Çavdêriya Erdhejan a Kandîllî jî eşkere kir ku hêza erdhejê 3.3 bûye.