"Cihên gorên alim û rêberên Kurdan bila bên eşkerekirin"

Li Bakurê Kurdistanê di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de, partiyên siyasî û saziyên sivîl bi çalakî û daxuyaniyan merasîmên bibîranînê li dar dixin.

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de, partiyên siyasî û saziyên sivîl bi çalakî û daxuyaniyan merasîmên bîranînê li dar dixin.

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin ku gora Şêx Seîd û hevalên wî û ciyên gorên Seîdê Kurdî û Seyîd Riza jî di nav de bila dewleta Tirkiyê ciyên gorên pêşengên Kurdan aşkere bike û ji bo zilma ku hatiye kirin jî lêborîn bixwaze.

Komeleya Mustazafan ya Diyarbekirê jî li qada Şêx Seîd a Diyarbekirê bi çalakiyekê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bibîr anîn û di bîranînê de bal hat kişandin ku her çiqas Şêx Seîd hatibe şehîdkirin jî, mîrateya ku hiştiye nehiştiye ku rêbaza wî bimire û merasîmên wiha jî wê rastiyê nîşan dide.

Rêveberê Komeleyê Cemîl Cahît Unsal daxuyand ku ew Şêx Seîd û hevalên wî bibîr tînin û daxwaz dikin ku dewlet bi kirinên xwe re rûkal bibe û hem ciyê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, hem jî gorên alim û pêşengên wek Seîdê Kurdî û Seyîd Riza eşkere bike.

Fly Erbil Advertisment