Neşet Zaza: Divê komîteyek ji bo lêkolîna kuştina Emîn Îsa were pêkanîn
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser kuştina Emîn Îsa diyar kir ku divê komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.
Hewlêr (K24) - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser kuştina Emîn Îsa diyar kir ku divê komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.
Neşet Zaza ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser kuştina Emîn Îsa ku di girtîgehên asayîşa PYDê de bi îşkenceyê hat kuştin, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê diyar kir: "Her dema miletê me çaverê dikin ku danûstandinên Kurdî - Kurdî çêbibin, şaxên PKKê li Kurdistana Sûriyê yên ku naxwazin ev danûstandin bigihin qonaxa sereke, bi kiryaran radibin da ku vê danûstandinê têk bibin."
Neşet Zaza destnîşan kir ku bûyera Emîn Îsa tenê bi daxuyaniya ku hatiye belavkirin çareser nabe û ji aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku komîteyek were pêkanîn û li ser bûyerê lêkolînê bikin.
Zaza eşkere dike: “Ev ne cara yekem e ku şaxên PKKê li Kurdistana Sûriyê van kiryaran dikin û dibêjin 'ne em in', bi dehan car buroyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) hatin şewitandin û alîgirên ENKSê hatin girtin, digotin ne li cem me ne.”
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza diyar kir ku wan li ser bûyera kuştina Emîn Îsa heta niha ti danûstandin bi HSDê re nekirine.
Emîn Îsa Emîn ji serê vê mehê ve ji aliyê asayîşê ve bêyî ti tometekê hatibû girtin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Rapora bijîşkan dibêje Emîn di bin îşkenceyeke tund de canê xwe ji dest daye.
Pişt derbasbûna 27 rojan li ser girtina wî, termê wî radestî malbata wî hatiye kirin, ku nîşanên lêdanê û îşkenceyê bi eşkere li ser tevahiya laşê wî hene. Malbata wî jî dibêje ti tomet li ser Emîn nehatibû belgekirin û bi awayekî hov ji aliyê asayîşê ve hatiye kuştin.