Helbestvan Ezîz Xemcivîn dîwana “Pêlên Ahîna Matmayî” çap kir

Helbestvanê Kurd ê ji bajarê Hesekê Ezîz Xemcivîn dîwana xwe ya helbestan ya bi navnîşana “Pêlên Ahîna Matmayî” çap kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd ê ji bajarê Hesekê Ezîz Xemcivîn dîwana xwe ya helbestan ya bi navnîşana “Pêlên Ahîna Matmayî” çap kir.

Li ser vê berhema xwe nû, helbestvan Ezîz Xemcivîn ji K24ê re ragihand, “Dîwana Pêlên Ahîna Matmayî ji 160 rûpelî ye. Min ev dîwan bi xwe li çapxaneya J&J li Bakurê Kurdistanê çap kir, berg jî ji amadekirina Şîlan Doskî ye. Di vê dîwanê de hejmarek helbestên ku min di sala 2006, 2008, 2009 de nivîsandine weşandine.”

Li ser naveroka helbestên xwe, Ezîz Xemcivîn get: “Naveroka helbestên min bi giştî evînî ye. Evînê bi hemû coreyên wê ve dinivîsînim. Evîn ji nivîsandinên min re kaniya sereke ye ko pênûsa min ji wê vedixwe.”

Li ser pirsa “Çima helbestên salên 2006, 2008, 2009 heta niha nehatibûn çapkirin” helbestvan Ezîz Xemcivîn got: “Rewşa min ne alîkar bû ko çap bikim û min ji çi kes û aliyan jî alîkarî nexwestiye û naxwazim, dîsa jî çap ne bi dilê min e, lê min tenê dikarî bû bi hejmareke hindik ji daneyan çap bikim.”

Ezîz Xemcivîn ku ji 8 salan ve li Almanyayê dimîne, sala 1965an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1985an ji Peymengeha Elektirîkê derçûye. Sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye û heta niha gelek berhemên wî wêjeyî di warê helbest, alfebêya Kurdî, roman û lêkolînê de hene, ji wan 10 hatine çapkirin û hejmareke din jî ji çapê re amade ne.

Helbesteke Ezîz Xemcivîn:

Yarê!

Dilê herdem bi navê te bang neke,

ew ne dilê min e!

Çavê dûr û nêzîk te nebîne, ew ne çavê min e!

Û pênûsa ji evîna te re nenivîsîne,

ew ne pênûsa min e!

Dil, çav û pênûs bindestên rewan in,

rewanê ko dûrî rewnê te be, ew ne rewanê min e!

Yarê!

Rehên dara evîna min, li kaniya hezkirina te digerin.

Mebesta jiyanê bi te re divên,

peyvên helbesta min roniya te divên,

bêdengiya şeva min heyva kenê te divê!

Yarê!

Dema tevna te dil û rewan dide hev,

minminîka hêviya me azad dibe,

dûrî dişikê, xewnên xweş dibin rasteqîn û xweştir dibin!

Demsal ji çavên te hez dikin,

her çar rengên xwe tê de dibînin,

li ber dilê minnavdarên cîhan in,

cîhan bi xwe ne daristan derya û bajar in,

bi peyv in, bi çîrok in, rind û şêrîn in û ji dil re hêlîn in.

Yarê!

Bi baweriya evîna te hêzdar dibim.

Ji bo van her du kevok û kulîlkan

marê pênûsê tête navbera tiliyan.

Şev çendî dirêj bin,

hembêzên me ji buhişta evê dastanê têr nabin!