Fîlmê “Govenda Alî û Zîn” bo pêşbaziya festîvala li Stenbolê hat hilbijartin
Ji zêdeyî 10 fîlmên ku bo pêşbaziya festîvala li Stenbolê hatine hilbijartin, yek ji wan jî fîlmê Kurdî “Govenda Alî û Zîn” e.
Stenbol (K24) – Fîlma Kurdî ya bi navê “Govenda Alî û Zîn” bo 40emîn pêşbaziya festîvala fîlman a Stenbolê ya navdewletî hat hilbijartin. Yekem nîşandayîna fîlmê (promiyera fîlmê) li Stenbolê pêk hat. Di fîlmê de dayikek dixwaze ji bo kurê xwe yê hatiye kuştin dawetekî bike lê daxwaza wê li nav malbata Kurd dibe sedema hin guherîn û nakokiyan.
Promiyera fîlmê Kurdî ya bi navê "Govenda Alî û Zîn" ku derhêneriya wê Mehmet Alî Konarê Kurdê ji Bîngolê ye dike, di 40emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de pêk hat.
Ji zêdeyî 10 fîlmên ku bo pêşbaziya festîvala li Stenbolê hatine hilbijartin, yek ji wan jî fîlmê Kurdî “Govenda Alî û Zîn” e.
Derhênerê fîlmê Mehmet Alî Konar ji K24ê re got: “Dayikek Kurd ku lawê wê ji aliyê polêsên Tirk ve hatiye kuştin dixwaze soza daye bi cîh bîne. Ji bo vê dixwaze dîlan/dawetekî bike. Min xwest çîroka wê nîşan bidim. Fîlm di esasê de fîlma şînê ye. Dema law tê kuştin dibin mal dayik û xwişka wî dibîne û dibêjin, “Na ev ne mirina wî ye ev daweta wî ye.” Kesên tên derûdor jî wek qelebalixa bo govendgerandinê tên nîşandan. Ji ber ku ew êş, ew bar jê ra gelek giran tê naxwaze wê realîteyê qebûl bike û wî tiştî înkar dike. Min jî xwest vê yeke nîşan bidim û li ser vê min fîlm amade kir.”
Fîlm li gundekî bajarê Bîngolê yê Bakurê Kurdistanê bi 3 zaravayên zimanê Kurdî Kurmancî, Soranî û Kirmanckî hatiye kişandin.
Lîstîkvan Fatoş Yildiz dibêje: “Di fîlm de ez di rola keça malê Gulreng de dileyzim. Amadekirina bo karaktera wê rolê piçek zehmet bû lê bi giştî b imin xweş bû.”
Lîstîkvan Suat Usta jî diyar dike: “Dema min çîroka fîlm xwend gelek bala min kişand. Tiiştê em di nav de ne di jiyanê de ji bîra me diçin lê di fîlmê de li ser esaseke hatiye sekinandin ku mirin jiyan wek rastiyek di nav hev de ne lê mirin ne bi tenê mirina laşê ye ku mirov ji holê radibe li ser vê mirovan dide fikirandin.”
Derhênerê Kurd Mehmet Alî Konarî ragihand wan fîlma “Govenda Alî û Zîn” bo pêşbaziya festîvalên cuda yên navdewletî jî şandine tê çaverêkirin di wan festîvalan de jî fîlm were nîşandan.