Li Almanyayê ji ber lehiyê 42 kesan canê xwe ji dest dan
Li çend herêmên Almanyayê lehî rabû û di encama lehiyê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek welatî hîn jî winda ne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li çend herêmên Almanyayê lehî rabû û di encama lehiyê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek welatî hîn jî winda ne.
Hat ragihandin ku li herêmên Rheinland-Pfalz, North Rhine-Westphalia lehî rabû û bi dehan xanî û otomobîl ligel xwe birin.
Piştî ku baraneke boş li beşeke Ewropayê bariya, bû sedema çêbûna lehiyên mezin, piştî bilindbûna asta çeman û zêdebûna wan, lehiyên mezin derketin holê.
Parêzgariya herêma Rheinland-Pfalz ragihand ku ji ber lehiyê karesat çêbûye.