Li Herêma Kurdistanê 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3559 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3559 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 970 kes li Hewlêrê, 893 kes li Silêmaniyê, 1559 kes li Duhokê, 19 kes li Helebce, 88 kes li Germiyanê û 24 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1041 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 217565

Mirin: 4702

Başbûn: 193392

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.