Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bû

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3250 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3250 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3250 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 757 kes li Hewlêrê,968 kes li Silêmaniyê, 1364 kes li Duhokê, 43 kes li Helebceyê, 89 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1076 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 126 kes li Hewlêrê, 228 kes li Silêmaniyê, 688 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 220815

Mirin: 4721

Başbûn: 194468

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.