Ji Diyarbekirê bo bazara Ewropa û Amerîkayê bacanên hişkirî tên hinartin
Li herêma Diyarbekirê cotkariya bacanên sor ên hişkirî zêde dibe.
Diyarbekir (K24) - Li herêma Diyarbekirê cotkariya bacanên sor ên hişkirî zêde dibe. Bacansorên ku li ser 4 hezar donim zevî tên berhemanîn tên hişkirin û ji Diyarbekirê ji bo bazara welatên Ewropa û Amerîkayê tên rêkirin. Cotkar dibêjin, ew plan dikin ku îsal 2 hezar 500 ton bacanên sor berhem bînin. Li gorî gotinên cotkaran, keşûhewaya Diyarbekirê ji bo hişkirina domatesan gelekî guncav e û bi vî karî ew û xebatkar kar dikin.
Li Diyarbekirê cotkariya hişkirina bacanên sor ku di sala 2020an de destpêkiribû îsal jî bi awayeke berfirehtir berdewam dike. Bacanên ku têne hişkirin ji Diyarbekirê bo bazara welatên Ewrûpa û Amerîkayê tê rêkirin û li wan deran bi taybetî ji bo pîza û hamburgeran tên bikaranîn. Cotkar Muzafer Işikli, ji bajarê Manîsa hatiye Diyarbekirê û wî di sala 2020an 700 ton bacanên sor hilberandiye. Ew dibêje; keşûhewaya Diyarbekirê ji bo hişkirina bacanan guncav e û çaverê dike ku îsal 2 hezar û 500 ton bacanên hişkirî bifiroşe.
Muzafer Işikli ji K24ê re diyar kir: “Em li Diyarbekirê li ser 500 doniman bacanan hişk dikin. Em plan dikin ku îsal ji 35 hezar ton bacansoran 2 hezar 500 ton bacanên hişk berhem bînin. Bi giştî ji 2 hezaran zêdetir kes li cem me dixebitin. Lêçûnên vî karî gelek zêdene lê ji bo me û welatiyên vê herêmê jî ji vî karî dahateke baş heye. Keşûhewaya Diyarbekirê ji bo vî karî gelek guncav e. Em plan dikin ku di sala 2022an de jî dest bi cotkariya tûfrengiyan bikin.”
Cotkarên karbidest ji meha Adarê ve piştgiriya cotkaran dikin û cotkar jî bacanên ku berhemanîne bi 75 kûrîşan difiroşin wan. Li gorî gotina cotkaran, ji 13 kîlo bacanên ter kîloyek bacanên hişk tên berhemanîn. Hemîd Aslan jî şirîkê Muzafer Işikli ye û bi hev re dest bi cotkariya hişkirina bacanên sor kirine. Hemîd Aslan dibêje; 6 mehan di nava zehmetiyên mezin de kar dikin lê ji dahata karê xwe keyfxweş in.
Cotkar Hemîd Aslan ji K24ê re diyar kir: “Em bi hezkirinê vî karî dikin. Him qezenca me heye û him jî însan li cem me dixebitin û em ji vê kêfxweş dibin. Axa me berhemdar e, tîna tava me xweş e, bê rutûbet e.”
Li gorî gotina karbidestan bi giştî ji 2 hezaran zêdetir xebatkar bi karê hişkirina bacanên sor debara xwe dikin. Xebatkar dibêjin; berê ew diçûn bajarên rojavayê Tirkiyeyê û kar dikirin lê niha karbidestên rojavayê Tirkiyeyê kar anîne ber destê wan.
Bacanên ji nav zeviyan tên komkirin ji aliyê xebatkaran ve tên parçekirin û li ber tavê tên raxistin û xwêkirin. Bacan 5 rojan li ber tavê hişk dibin û dûvre têne bêjîngkirin û ji bo ku ji bo bazara welatên Ewrûpa û Amerîkayê bên hazirkirin li bajarên Manîsa û Îzmîrê tên amadekirin.