Mesrûr Barzanî biryara îdareya serbixwe ya Soran û Zaxo îmze kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara her du îdareyên serbixwe Soran û Zaxo îmze kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara her du îdareyên serbixwe Soran û Zaxo îmze kir û wezaretên pêwendîdar ji bo cibicîkirina biryarê raspardin.
Li gor nivîsekê ku bi îmzeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr derketiye, mebest ji vê biryarê, bercestekirina nenavendiya birêvebirinê, dabeşkirina desthilatê û ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji welatiyan re ye.
Li gor biryarê, Wezareta Navxwe hatiye raspardin ji bo hevahengiyê bi aliyên pêwendîdar re bike ji bo cibicîkirina vê biryarê.
Di civîna roja 28ê Tîrmehê de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû û biryar hat dayîn ku qezaya Zaxo û qezaya Soranê bibin îdareyên serbixwe.