Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 12 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê  xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 2 kesan li bajarê Qamişlo ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir jî, 12 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 4 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê û 2 kes li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, haleteke başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18689 kesan, ji wan 1897 kes baş bûne û 768 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.