Li Rojavayê Kurdistanê haletên pêketina bi Koronayê kêm bûye
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 5 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 15 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 1 kes li Hesekê û 4 kes li Qamişlo ne.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 2 haletên başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18694 kesan, ji wan 1899 kes baş bûne û 768 kesan jî canê xwe ji dest dane.