Bexdayê daneya yekem a pereyên cotkaran şand Herêma Kurdistanê

5 milyar Dînar pereyên genimê cotkaran ji Bexdayê gihîştin Herêma Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 milyar Dînar ên cotkarên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê bo Hewlêrê hatin şandin û di çend rojên bê de li cotkaran tên belavkirin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji K24ê re ragihand, daneya yekem a pereyên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê, 5 milyar Dînar ji Bexdayê gihîştin Hewlêrê.

Diyar kir jî, ji wê daneyê, 2.5 milyar ji cotkarên parêzgeha Silêmaniyê, 1.5 milyar ji cotkarên Hewlêrê û 1 milyar jî ji cotkarên Duhokê re ne û di çend rojên bê de tên belavkirin.

Newzad Şêx Kamil diyar kir jî, salên borî hatina pereyên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê dereng diketin, lê îsal daneya yekem zû hat.

Got jî: “Tevahiya pereyên genimê cotkaran ên sala 2020an hatine belavkirin. Pereyên salên 2014, 2015 û 2016 jî, 268 milyar Dînar hatine belavkirin û zêdetir ji 307 milyar Dînar mane û hewlên me ji bo wergirtina wê beşa mayî berdewam e.”