Li Herêma Kurdistanê 3149 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3149 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3149 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3149 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 848 kes li Hewlêrê, 813 kes li Silêmaniyê, 1405 kes li Duhokê, 36 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 797 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 286 kes li Hewlêrê, 329 kes li Silêmaniyê, 143 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 240879

Mirin: 4834

Başbûn: 201980

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.