Romana Meha Hesen “Benê Navikê” bo Kurdî hat wergerandin

Romaneke romannivîs Meha Hesen ji aliyê wergêr Siyamend Birîm ve ji Erebî bo zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) hat wergerandin.

Romana Benê Navikê
Romana Benê Navikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem romana romannivîsa Kurd Meha Hesen ji zimanê Erebî bo zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) bi sernavê “Benê Navikê” ji aliyê Siyamend Birîm ve hat wergerandin.

Wergêr û medyakarê Kurd Siyamend Birîm romana “Benê Navikê” ya romannivîsa Kurd Meha Hesen ji zimanê Erebî wergerand Kurdî (zaravayê Kurmancî) û ew roman ji aliyê weşanxaneya AVA'yê hat çapkirin û weşandin.

Romannivîsa Kurd Meha Hesen ji  bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li bajarê Helebê zaroktiya xwe derbas kiriye û xwendiye û ji sala 2005an ve koçberî Fransayê bûye û heta niha lê dimîne.

Romannivîs Meha Hesen
Romannivîs Meha Hesen

Meha Hesen heta niha 15 roman bi zimanê Erebî nivîsandine û di qada wêjeya Erebî de bi awayekî berfireh tê nasîn, gelek xelat wergirtine û gelek romanên wê ji bo xelatên mezin hatin pêşkêşkirin, ji wan jî, di sala 2005an xelata Hillman/Hammt ya ji aliyê rêxistina Amerîka Human Writs Watch ve tê pêşkêşkirin wergirtiye, du romanên wê (Benê Navikê û Keçên Çîrokbêj) sala 2010 û 2015 derbasî lîsteya dirêj a Xelata Navdewletî ya Romana Erebî (Poker) bûne û romana wê (Taxa Matmayînê) sala 2020 derbasî lîsteya kurt a xelata Necîb Mehfûz bûye.

Wergêr Siyamend Birîm li ser vê berhema xwe ji K24ê re got: “Tiştê ku hîşt ez vê romanê hilbijêrim û wergerînim Kurdî ew e, bûyerên vê romanê li Heleb, Efrîn û Parîsê ne û Meha Hesen tê de ronahiyê dixe ser hevkêşeyên civakî, siyasî û aborî yên civaka Kurdî li Efrîn û Helebê û xem û kêşeyên Kurdan ên li ser nasnameyê, hebûn, welat û girêdana bi xakê ve bi awayekî ramyarî û felsefî vedibêje.”

Wêrgêr Siyamend Birîm
Wergêr Siyamend Birîm

Siyamend Birîm got jî: “Romanivîs Maha Hassan, bi vê romana xwe mirov bi kok û rîşeyên wî ve girê dide, heger ew bi kû ve biçe û çendî ji cihê navikê wî hatiye çandin bi dûr bikeve jî, deziyekî veşartî wî ber bi xwe ve dikişîne û di dûriyê de her di bêaramî, bêtebatî û bêhêminyê de dimîne.”

Ji aliyê xwe ve, romannivîs Meha Hesen jî li ser wergerandina berhema wê bo zimanê Kurdî ji K24ê re got: “Wergerandina romana min bo zimanê Kurdî yê ku malbat û gelê min pê diaxive, cihê dilxweşiyê ye. Her tim digot ku giyanê nivîsên min yên bi Erebî, Kurdî ye. Îro hest dikim ku nîvê min ê din temam bû: Giyan û Ziman. Ev jî min vedigerîne bo welatê min ê lê ji dayik bûme, cihê navika min lê hatiye çandin.”