Li Diyarbekirê 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Di nexşeya Koronayê de, piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê sor bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama 24 demjimêrên dawî de, li Diyarbekirê 14 kes bi korona mirin û 2 hezar kesên din bi korona ketin.
Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê, amarên 24 demjimêrên dawî yên Diyarbekirê eşkere kirin û da zanîn, encamên taqîkirina 2 hezar kesan pozîtîf derketine û 14 kesên din jî bi Korona canê xwe ji dest dane, 80 kes jî di bin çavdêriya hûr de ne.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê jî da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 126 kes bi Korona mirin û nêzîkî 25 hezar kes bi Korona ketin.
Di nexşeya Koronayê de, piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê sor bûne.