Li Rojavayê Kurdistanê 34 kes bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 34 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 35 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 2 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê û 1 kes li kampa Roj e.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 2 haletên başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18814 kesan, ji wan 1906 kes baş bûne û 768 kesan jî canê xwe ji dest dane.