Li Rojavayê Kurdistanê 54 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Cil Axa, 3 kes li Reqayê, 1 kes li Tebqa, 1 kes li Minbic, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Roj e.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18868 kesan, ji wan 1907 kes baş bûne û 768 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.