CHP soza qerebûkirina mexdûrên lehiya Wanê dide
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu serdana mexdûrên lehiya Wanê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku mezintirîn partiya opozîsyona Tirkiyê ye, serdana mexdûrên lehiya Wanê kir û soza qerebûkirina malbatên ziyanlêketiyên lehiyê da.
Hefteya borî li 3 navçeyên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û bi dehan malên hemwelatiyan wêran bûn û bi sedan serî pez jî ji ber lehiyê mirin.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu duh roja çarşemê 11.08.2021ê serdana Wanê kir û ligel malbatên mexdûrên lehiyê li navçeyên Wanê kir. Kemal Kiliçdaroglu îro roja pênceşmê 12.08.2021ê jî ligel rûsipî û berpisên saziyên sivîl ê Wanê re civiya û aşkere kir ew sozê didin ku dê ziyanlêketiyên lehiyê qerebû bikin.
Herwiha Kemal Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê jî kir ku wî ligel Serokê Liqa CHPê ya li Wanê civînek kiriye û jê re gotiye divê em hemû pêdawîstiyên van malbatan dabîn bikin û wan qerebû bikin û hemû pirsgirêkên wan çareser bikin.