Milyonek û 500 hezar doz vaksîna Koronayê digihîjin Iraqê
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihand; îro û sibe milyonek û 500 hezar doz vaksîn dê bigihîjin Iraqê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê sepandina qedexeya hatûçûnê red dike û diyar dike ku milyonek û 500 hezar doz vaksîna Koronayê dê bigihîjin Iraqê.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihand; îro û sibe milyonek û 500 hezar doz vaksîn dê bigihîjin Iraqê.
Li aliyê din, Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê di daxuyaniyeke xwe de nûçeyên li ser sepandina qedexeya hatûçûnê red kir.
Ev piştî wê yekê tê ku duh li hejmarek dezgehên medyayê û medyaya civakî hatibû belavkirin ku ji 1ê Îlonê heta 1ê Cotmehê, hatûçûn ji bo kesên ku vaksîna dijî Koronayê wernegirtine, tê qedexekirin.