Li herêma Deryaya Reş di lehiyê de 44 kesan canê xwe ji dest dan

Gund û bajarokên nêzîkî dol û geliyan jî ziyanên mezin dîtine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor dawî amaran, hejmara qurbaniyên lehiya li herêma Deryaya Reş a Tirkiyê gihîşt 44 kesan û xebatên lêgerîna li welatiyên winda berdewam in.

Li Rojavayê Herêma Derya Reşa Tirkiyeyê, aliyek hewlên rizgarkirinê, aliyek din jî tomarkirina ziyanên lehiyê didome. Xulek bi xulek encamên nû derdikevin. Gund û bajarokên nêzîkî dol û geliyan jî ziyanên mezin dîtine.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, di lehiya parêzgeha Kastamonuyê de 36 û li Sînopê 7 kesan canê xwe ji dest dane û yek kes jî li parêzgeha Bartinê wenda ye.

AFADê da zanîn ku li navçeyê xebatên lêgerîna li welatiyên winda berdewam in û 9 welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyê tên derman kirin.

Amerîka, Çîn, Rûsya û Almanya jî di nav de gelek welatan amadebûna xwe ya ji bo alîkariyê nîşan dane.