Li Mereşê firokeya vemirandina agir kete xwarê
Firokeyeke agirkujiyê li Mereşê kete xwarê û 7 kes digel pîlotan di firokeyê de hebûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke agirkujiyê li Mereşê kete xwarê û 7 kes digel pîlotan di firokeyê de hebûn.
Hat ragihandin ku firokeya agirkujiyê ya ku li Mereşê ketiye xwarê, Midûriyeta Giştî ya Daristanan ew ji Rûsyayê kirê kiriye.
Hat destnîşankirin ku di firokeya ketî da 7 kes digel pîlotan hebûn, tîmên hawarhatinê jî çûn herêma firoke lê ketiye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, di encama ketina firokeyê de, 5 kesên Rûsî û 3 kesên Tirk canê xwe ji dest dane.
Li devera Almali ya li taxa Ilica ya ser bi navçeya Onîkîşubat, birûskek li daristanê ketibû û di encama wê de şewat derketibû.
Dema ku ekîban hewl didan şewatê kontrol bikin, 2 helîkopteran û firokeya ku ket xwarê ji asman ve piştgirî didan xebatên vemirandinê.