Li Rojavayê Kurdistanê 48 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 48 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 20 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê û 2 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 2 haletên başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18987 kesan, ji wan 1911 kes baş bûne û 768 kesan jî canê xwe ji dest dane.